Neueste Folge:29. Okt. – Nuçeyên roja Pêncşemê 29 10 2026
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Di vê bûletene de: Civîneke awarte bi cotkaran re ji bo rizgarkirina peymana bazirganiya azad a Yeketiya Ewropî û Australya... Parlamenterên opozîsyonê piştî weşandina hejmarên enflasyonê yên herî dawî zextê li hukûmetê dikin… Spanya piştî qezaya trênê ya kujer sê roj şîn îlan kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Li Amedê komele û tevgerên jinan li hember kuştin û tundiya li ser jinan dibe, dest bi çalakiya Jin, Dadperwerî û Bîranîn kirin. Çîroka jinên ku hatine kuştin tê xwendin. Ji meha yekê 2026 de li Tirkiye 289 jin hatine kuştin. Li alîkî din rojnamevan jî li hember zext û zora li ser azadiya ragihandinê xwepêşandanek kirin. Li gorî RSFê di rapora azadiya ragihandinê de Tirkye di rêza 163an da ye. Di nav mehekê de heft rojnamevan hatin girtin.
#sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Li Îsraîlê, di hilbijartinên neteweyî de jimartina dengan berdewam e... Piştî windakirina hilbijartinên duyemîn ên Brezîlê, Flavio Bolsonaro reviya ye... Parlamenter li ser guhertinên di qanûna erkê lênerîna dîjîtal a hukûmeta federal de nîqaşe dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Australia's first major new airport in more than 50 years has officially opened. The first passenger flight departed Western Sydney International Airport bound for the Gold Coast, marking the start of an era that airport officials say will be a boon for the economy and for travellers. - Yekem balafirgeha nû ya mezin a Australya di nav zêdetirî 50 salî de, bi awayekî fermî vebû. Yekem geşta rêwiyan ji Balafirgeha Navnetewî ya Rojavayî Sydney -Western Sydney International Airport ber bi Gold Coastê ve çû; ev bûyer destpêka serdemekê ye ku rayedarên balafirgehê dibêjin dê ji bo aborî û rêwiyan bibe sûdeke mezin.
#sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Hat eşkerekirin ku di çarçoveya peymana AUKUS de, yekem binavokiya nuklêrî dê bişînin Australya... Îsraîl di hilbijartineke dîrokî de, ber bi sindoqên dengdanê ve diçe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 22/10/2026 e rengîn û balkêş bike. Guhdar e hevpeyvîna bi hunermend Serdar Qadir re bike, herweha nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Australya Çawa Kar Dike û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
#sbsaudiopodcast
Serdar Qadir, stranbêj û hunermendekî Kurd li Australya dijî, li ser rêwîtiya xwe ya muzîkê, faktorên ku bandor li ser rêya wî ya hunerî kirine, û îlhama li pişt strana xwe ya nû, "Dewanam Dewanam", diaxive. Di vê hevpeyvîna bi SBS Kurdî re, Serdar behsa hewesa xwe ya destpêkê ya ji bo muzîkê dike û vedibêje ka wî çawa straneke gelêrî ya klasîk a Kurdî vejandiye, ruhê wê yê resen parastiye û di heman demê de hêmanên muzîka nûjen jî tê de cih girtiye da ku bala nifşên ciwan bikişîne. Ew her weha spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a ku ew ji civaka Kurd a li Australya werdigire, ku di piştgiriya hunermendên Kurd ên li dîaspora de roleke girîng lîstiye, diyar dike.
#sbsaudiopodcast
Li Herêma Kurdistanê, binpêkirina mafên rojnamevanan, bêhurmetî û gef li dijî wan hîn jî berdewam in. Tevî bangên berdewam ên navneteweyî ji bo parastina azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan, pirsgirêk hîn jî cihê xwe diparêze. Hozan Qadir serokê Rêxistina Peyamnêran li Herêma Kurdistanê ye. Ehmed Xefûr li Hewlêrê ev hevpyevîna derbarê binpêkirin, sûkatî û gefên li rojnamevanan tên kirin bi wî re pêk anîye.
#sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Parleman, piştî êrîşa li dijî Helen Haines, bi pirsgirêka gefên li ser parlementeran re mijûl dibe... Aborînas balê dikişînin ser bilindbûneke din a rêjeyên faîzê di meha Mijdarê de... Serokê DYA parastina banga xwe kir ku cezayên li ser Rûsyayê bo kurte demekê bên rawestandin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Pêşnûmaqanûna derbarê Peymana Mekkeyê ku Tirkiye xwe li hember êrîşên Hûsîyan amade dike, ji bo piştgirya Erebîstana Siûdî leşkeran bişîne wî welatî. Herweha di raporta ji Amedê behs li ser beşdarîya Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê ku îsal li gorî salên par kêmtir bû. Weşanger û nivîskar li ser egerên vê rewşê hizrên xwe parvedikin.
#sbsaudiopodcast
0:000:00
Wir verwenden Cookies für Werbung und Statistiken. Datenschutz