Neueste Folge:10. Nov. – Nûçeyên roja Sêşemê 10/11/2026
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Di vê bûletene de: Parlamenterên Partiya Kar piştgirîya Xeznedar dikin, tevî raporên li ser agahdarkirinên li dijî wî... Komên parêzvaniyê daxwaza pêşnûmeqanûna Erka Lênihêrîna Dîjîtal dikin da ku zirarên komên li ser internêtê nas bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Guhdarî tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 05/11/2026 bikin û bi naverokeke dewlemend, rengîn û balkêş re beşdar bibin. Di vê bernameyê de hevpeyvîna bi nivîskar û helbestvanê Kurd-Cihû Ebas Boskan re heye, nûçe, raporên ji Hewlêr, Amedê, û gelek mijarên din ên balkêş cih digirin.
#sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Wezîr dicivin da ku li ser armancên "Girtina Valahiyê" gotûbêj bikin... Hukûmeta federal piştgiriya xwe ji bo xizmetguzariyên tenduristiya derûnî ya civaka Cihû dirêj dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Israel’s October 2026 election has exposed deep divisions within Israeli society, with no clear parliamentary majority emerging. Amid regional tensions involving Iran, Lebanon and Syria, the results raise questions about Israel’s political future and prospects for peace in the Middle East. In this discussion, Melbourne-based Kurdish-Jewish writer and poet Ab Boskany explores the election outcome, regional security and diplomacy, while also reflecting on the Kurdish struggle for self-determination, political unity and the future aspirations of the Kurdish people. - Hilbijartinên Îsraîlê yên Cotmeha 2026an dabeşbûnên kûr di nav civaka Îsraîlê de eşkere kirin, bêyî ku piraniya parlamentoyê ya zelal derkeve holê. Di nav aloziyên herêmî yên ku Îran, Lubnan û Sûriyeyê tê de ne, encam pirsan li ser siberoja siyasî ya Îsraîlê û perspektîfên aştiyê li Rojhilata Navîn derdixin holê. Di vê hevpeyvînê de, nivîskar û helbestvanê Kurd-Cihû yê li Melbourne dijî, Ebas Boskanî encamên hilbijartinê, ewlehiya herêmî û dîplomasiyê vedikole, di heman demê de li ser têkoşîna Kurdan ji bo xwerêvebirin, yekîtiya siyasî û armancên siberojê yên gelê Kurd difikire.
#sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: David Jones dikeve bin rêveberiya îflasê, ku bi hezaran kar di xetereyê de ne... Ciwanek li Herêma Bakur bi tohmetên têkildarî terorê re rûbirû dibe... Û di werzîşê de, tenîsvanê Australî Rinky Hijikata, Novak Djokovic di Paris Masters de têk dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Hilbijartinên nîv-dewreyê yên DYA, bi awayekî berfireh wekî referandûmeke li ser dema duyem a serokatiya Donald Trump tên dîtin... Guhertinên bacê yên di budçeya Partiya Kar de, bûne sedema daketineke nedîtî di krediyên xaniyan ên ji bo veberhêneran de... Û di tênis de, Novak Djokovic bû lîstikvanê herî temenmezin ku di dîroka Paris Masters de serkeftin bi dest xistiye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Vala Ferîd, seroka fraksiyona Partî li parlemana Kurdistanê ragihand ku ew daxwazê ji hemû parlementerên vê xula parlemenê dike ku roja çarşemê, 04 11 2026an, saet 11:00ê sibehê li hola parlemanê ji bo civîna temamkirina rêkarên rûniştina yekem a xula şeşem amade bin. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
#sbsaudiopodcast
Guhdarî tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 29/10/2026 bikin û bi naverokeke dewlemend, rengîn û balkêş re beşdar bibin. Di vê bernameyê de hevpeyvîn, nûçe, raporên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Sîstema Australya Çawa Dixebite û gelek mijarên din ên balkêş cih digirin.
#sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Kujera kivarkan Erin Patterson îtîraza xwe winda kir... Polîs dozên li dijî zilamekî Perth zêde kirin... Spanî rêz dibin da ku xwînê bidin rêwiyên ku di qezaya trênê de birîndar bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Rojane bi sedan kes ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dabara xwe û malbatên xwe, wekî kolber dixebitin. Lê, gelek ji wan bûne qurbaniyên gulebarana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê; hin hatine kuştin û hin jî birîndar bûne. Di vê hevpeyvînê de, nûçegîhan Ehmed Xefûr bi Roman Mirakî, rojnamevanekî Kurd û çalakvanê mafên mirovan re, li ser rewşa kolberan, zehmetiyên ku ew rojane rû bi rû dibin û xmetirsiyên ku jiyana wan tehdîd dikin, diaxive.
#sbsaudiopodcast
0:000:00
Wir verwenden Cookies für Werbung und Statistiken. Datenschutz