Neueste Folge:25. Sep. – Daxwaza edaletê ji bo kuştina Musa Enter û serkeftina Amedsporê
SBS Kurdish - SBS Kurdî
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Rewşenbîrê Kurd Musa Enter, 34 salan berê li Amedê li taxa Seyrantepe, di temenê 78 salî de bi destê hêzên tarî hate kuştin. Doza wî demeke dirêje hatiye girtin. Kujer nehatin eşkerekirin. Di bîranîna wî de kurê wî û şagirdên Musa Enter doza edaletê daxwaz kirin. Amedspor li sehaya xwe tîmê navdar yê Tirkan Beşîktaşê 3-2 têk bir. Ev serkeftin Amedsporê kir e yekemîn di rêza serkeftina tîman de. Bi hezaran alîgir bi kêfa coş serkeftina tîmê xwe heta sibehê şahî kirin.
#sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: OpenAI piştî binpêkirina Medicare ji aliyê ajanekî AI ve, fermana nirxandinê dide... Xi Jinping ji bo hevdîtinên bi Donald Trump re gihîşt Washingtonê... Socceroos amadekariyan dikin ku sibê Înê li Queensland li dijî Brezîlyê bilîzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê, nêzîkî 70 kes jehr dibin. Li gorî agahiyan, duner kebaba ku li ser erebeyekê hatibû firotin û bi awayekî neyasayî û bê destûr ew xwarina hatîye firotin. Kesên ku jehrî bûne, tûşî zikçûn û vereşiyê bûne.
#sbsaudiopodcast
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 17/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvînên bi Salah Pûresed, Rûnak Rad û Jîno Kardo re derbarê çaremîn bîranîna Jîna Emînî di Parlemana Federal ya Australye de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
#sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Partiya Keskan di navbera plana koçberiyê ya Partiya Kar û tedbîrên tund ên DYA de berawirdiyên nû dike... OpenAI derbarê tevgerên nîgeranker ên di modelên Hişmendiya Çêkirî de, şeş raporên nû eşkere kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Four years after the death of Jina Amini, Kurdish community leaders and advocates gathered at Australia's Parliament House in Canberra to commemorate her legacy and call for greater recognition of the ongoing oppression of Kurds and other marginalised communities in Iran. Ronak Rad and Jino Kardo discuss the outcomes of their meeting in Parliament House, highlighting transnational repression, threats to diaspora communities, and the need for greater international awareness of human rights violations. They urge Australian politicians and the international community to amplify Kurdish voices and acknowledge the ongoing struggle for freedom, justice, and human rights. - Çar salan piştî mirina Jina Emînî, rêber û parêzvanên civaka Kurd li Parlemana Australya li Canberra kom bûn da ku mîrateya wê bi bîr bînin. Ronak Rad û Jîno Kardo li ser encamên civîna xwe ya li Canberra nîqaş dikin, balê dikişînin ser zordariya navneteweyî, gefên li ser civakên dîasporayê, û pêwîstiya hişyariya navnetewî ya mezintir a li ser binpêkirinên mafên mirovan. Ew ji siyasetmedarên Australî û civaka navnetewî dixwazin ku dengê Kurdan bilind bikin û têkoşîna berdewam a ji bo azadî, edalet û mafên mirovan qebûl bikin.
#sbsaudiopodcast - #sbsaudiopodcast
Di vê bûletene de: Hukûmeta federal guhertinên berfireh di sîstema koçberiya Australya de eşkere dike… Tê texmînkirin ku Banka Navendî ya Australya rêjeyên fayîzê zêdetir bike… Dozger red dikin ku doza bi dehan salan a zaroka windabûyî Cheryl Grimmer ji nû ve vekin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
#sbsaudiopodcast
Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de, behs li ser daxuyanîya li dijî bûyerên li Kobaniyê dibe. Rêxistinên sivîl ên li Amedê di daxuyaniyê de buyeran weke proveksiyon pênase dikin. Herweha behs li ser serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û kurê Erdogan, Bîlal Erdogan ku hefteya borî di demên cuda de hatin Amedê û li ser pêvajoyê peyam dan.
#sbsaudiopodcast
Raporta Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê diyar dike ku hevdîtinên wan ên bi Bexdayê re bo diyarkirina budceya texmînî ya sala 2027an ji ber sepandina sîstêma navendî û neheqiya di dabeşkirina mafên darayî de bêencam mane. Di civînan de Herêmê daxwaza 11 trîlyon û 717 milyar dînarî bo mûçeyên fermanberan kiriye, lê Bexda tenê bi 10 trîlyon û 210 milyar dînarî razî bûye. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
#sbsaudiopodcast
Rêber û çalakvanên Kurd li Parlemana Australya li Canberra kom bûn da ku salvegera çaremîn a mirina Jîna Emînî bi bîr bînin û daxwaza gavên berfirehtir ji bo mafên mirovan li Îranê bikin. Em bi Selah Pûresad re, ku nûnerê Hizbî Demokratî Kurdistan-Îran re, derbarê zextên berdewam ên li ser Kurdan, pêwîstiya Îraneke demokratîk, sekuler, federal û pirçand û girîngiya berdewamiya berxwedana Kurdan de diaxivîn. Herwiha wî behsa bandora nakokiyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de kir û tekezî li ser rola sereke ya gelê Îranê di pêkanîna guhertina siyasî de kir.
#sbsaudiopodcast
0:000:00
Wir verwenden Cookies für Werbung und Statistiken. Datenschutz